Êdî bila kezeba dayikan neşewite

Dayika dilbikûl a ku lawê wê hatiye revandin û beşdarî çalakîya li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê bûdestnîşan kir: “Êdî bila kezeba dayikan neşewite.”

Ev bû 16 roj ew dayik û bavên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dikin  û dibêjin heta ku zarokên wan neyên ew ê çalakîya xwe bidomîn. Dayika bi navê Îkram Gurtuk a ku lawê wê yê 18 salî hatiye revandin ji Mûşê beşdarî çalakîya rûniştinê ya li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê bû.

Îkrama ku ji Bilêra gundê Mûşê hat Diyarbekirê destnîşan kir, lawê wê Musa Gurtuk dema ku 18 salî bû hat revandin çiyê.

“Êdî bila kezeba dayikan neşewite”

Dayika dilbikûl di berdewama axavtina xwe de diyar kir, ew ev 5 sal in ku li lawê xwe digere û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 5 sal ku me jê xeber negirtiye. Em mexdûr û şepirze ne. Bavê wî nexweş e, qeyrana dil derbas kiriye û berî niha têket hepsê û derket. Em lawê xwe dixwazin. Em aştî, aramî û şadîyê dixwazin.  Lawê min li ba wan e. Ez lawê xwe him ji PKKê û him jî dewletê dixwazim. Dema ku lawê min hat revandin me xeber da dewletê. Kezeba me diperite. Êdî hal di me de nema.  Em eseh dizanin ku lawê min çûye li serê çîyê, lê em nizanin bi çi awayî çûye.  Heta ku lawê min were ez dixwazim li vê derê; lê belê qîzeke min a biçûk a astengdat heye. Ji ber wê yekê heta ez karibim, ez ê li vê derê bim. Êdî bila kezeba dayika neşewite. Hesreta ewladan zor e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin