Ehmed el-Kurdê ji endamên Buroya Sîyasî yê Hamasê çû rehma Xwedê

Ehmed el-Kurdê ku ji endamên Buroya Sîyasî yê Hamasê ye û ji doza Filistînê re pêşîvantî kir di 71 salîya xwe de çû rehma Xwedê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin el-Kurd di nava rojê de bi xebatên xêrê mijûl bû û dû re derbasî mala xwe bû, dema ku nimêja terawîhan dikir qeyrana qelb derbas kir û canê xwe ji dest da.

El-Kurdê ku Serokatîya Karên Civakî jî kiriye nexasim di xebatên însanî û xêrê de derdiket pêş.Li Xazzê demekê Serokatîya Cemîyetu's-Salahî'l-Îslamîye kir.

Gelek kes beşdarî merasîma definkirina Ehmed el-Kurd  bûn

Nimêja cinazê ya Ehmed el-Kurd   îro li Deyruul Belahê di qadeke vala de hat edakirin. Qelebelaxike pir zêde beşdarî merasîma cinazê bû. Piştî nimêja cinazê ya ku hat edakirin re Ehmed el-Kurd   li Goristana Deyruul Belahê hat definkirin.

Lîderên sîyasî û rayedarên hikûmetê jî beşdarî merasîman cinazê û definkirinê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne