Elî es-Sîstanî li Iraqê banga hilbijartina pêşwext kir

Peyama Elî es-Sîstanîyê ji mercîyên dînî yê Iraqê ji teref Ehmed es-Safîyê temsîlkarê Kerbelayê yê Sîstanî ve piştî xutbeya înê hat xwendin.

Sîstanî di peyama xwe ya ku da xwendin de balan kişand li ser xwepêşandanên dawî yên li Iraqê yên ku tê de bi sedan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û diyar kir ji kîjan terefî were bila were ew temamê tundîyan şermezar dikin û divê hêzên ewlehî bizanibin ku ew wezîfedar in xwepêşandêrên li meydanan muhafeze  bikin.

Sîstanî di berdewama peyama xwe de diyar kir divê di çarçoveya ewlehîyê de hilbijartinên pêşwext bê kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne