ENKS û YPGê li hev kirin

ENKS Û YPGyê ku di bin hîmayeya William Robakê Şewirmendêdi Koalîsyona Navneteweyî ya Amerîkayê de yehatin ba hev li hev kirin û destnîşan kirin "Em ji Amerîkayê re spasdar in ew ji bo Sûrîyê destekek bi hêz da."

ENKS û YPGê li hev kirin û piştî lihevkirina ku pêk hat re daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew li gorî Peymana Dihokê ya 2014an  bê hereketkirin û dû re wiha hat destnîşankirin: "Lijneyên ENKS û YPGê di 16ê Hezîranê de ji bo tesîskirina yekîtîya neteweyî ya Kurd hatin ba hev û ev yek ji bo yekîtîyê  gava ewil bû. Di encama hevdîtinên ku hatin kirin de lijneyên her du terefan qerareke hevpar a sîyasî dan û biryar dan ku Peyamana Dihokê ya 2014an bibe bingeha sereke ya hevdîtinên wan. Ew ê di demeke kurt de peymaneke nû bê îmzekirin. Em bi navbeynkarîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê Mazlûm Abdî û William Robakê Şewirmendê  di Koalîsyona Navneteweyî ya Amerîkayê de ye hatin ba hev û me li hev kir. Ev yek ji bo yekîtîya Kurdan gaveke dîrokî ye. Em ji Mazlum Ebdîyê ku navbeynkarîya lihevkirinê û ji Birêz Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistana Başûr Nêçîrvan Barzanîyê ku destek dan lihevkirinê re spas dikin. Em ji Amerîkayê re spasdar in ew ji bo Sûrîyê destekek bi hêz da."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin