Erdogan: Tirkîyê li ba Somalîyê ye

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Mogadîşuya Somalîyê hat lidarxistin de destnîşan kir “Tirkîyê her tim li ba Somalîyê ye.”

Erdogan di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Ez wê êrîşa terorê ya ku li Mogadîşuyê hat lidarxistin telîn dikim û ez ji Xweda ji bo 2 welatîyên me û Somalîyên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dan rehmet û ji bo birîndaran jî şîfayê teleb dikim. Ez ji bo milletê me û gelê Somalîyê yê ku birayê me ne tazîyeyên xwe tînim zimên. Tirkîyê her tim li ba Somalîyê ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne