Êrîşî karkerên madena zêr hat kirin: 37 mirî

Li rojhilata Burkîna Fasoyê êrîş li karwana karkerên madeneke zêr hat kirin, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 37 kes mirin.

Hat ragihandin li rojhilata Burkîna Fasoyê êrîş li karwana karkerên madeneke zêr hat kirin, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 37 kes mirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin karkerên ku êrîş li wan hatiye kirin karkerên madena zêr a şîrketa SEMAFOya ku navenda wê li Kanadayê ye ne. Tê diyarkirin di navbera bajarên Gourma û Tapaoyê êrîş li karkeran hatiye kirin.

Di encama êrîşa ku hat kirin de 37 kesên ku di nav de leşker û sîwîl hebûn canê xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşên çekdarî yên ku li Burkîna Fasoyê hatin lidarxistin de di 4 salan de zêdetirî 600 kesan canê xwe ji dest dan. Rewşa derasayî ya ku li 7 herêman hatibû îlankirin hêj berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin