Es-Sadr banga greva giştî kir

Lîderê Harekata Sadr ê li Iraqê ji bo destek bê dayîn ji xwepêşandêrên li welêt banga greva giştî li memûrên dewletê kir.

Mukteda es-Sadrê Lîderê Harekata Sadr ê li Iraqê ji bo destek bê dayîn ji xwepêşandêrên li welêt banga greva giştî li memûrên dewletê kir.

Sadr derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Sadr di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de de bang li memûrên dewletê kir da ku greva giştî bidin destpêkirin û ji xwepêşandêrên li Iraqê re bibin destek.

Sadr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir xebatkarên sektora tenduristîyê ne daxilî banga wî ya greva giştî ne.

Li Iraqê di serê cotmehê de ji ber bêkarî, tunebûna xizmetê û bêrêtîyê xwepêşan hatibûn destpêkirin û di encama xwepêşanên ku dest pê kirin de heta îro 319 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 15 hezar kesan jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da