Fehd el-Qadîyê alimê Îslamê yê navdar di girtîgehên Siûd de wefat kir

Fehd el-Qadîyê alimê Îslamê yê ku li Siûd dihat nasdikirin û navdarbû di girtîgehên Siûd de wefat kir.

Hat ragihandin Fehd el-Qadîyê alimê Îslamê yê ku li Siûd dihat nasdikirin û navdar  bû di girtîgehên Siûd de wefat kir. Qadî ji sala 2016an ve di girtîgehê de dihat girtin. Tê diyarkirin Qadî ji ber îxmalên Siûd wefat kiriye.

Derbarê mijarê de ji teref hisaba medyaya civakî ya bi navê “Girtîyên Fikr û Ramanê” ya ku hewl dide li dengê alim, akademîsyen û aktîvîstên ku li Siûd hatine girtin bi dinyayê bide hesandin ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; El-Qadî ji ber îxmalên giran ên rayedarên Siûd di girtîgehê de wefat kiriye ku El-Qadî ev bû demek dirêj nexweş bû û nedihat dermankirin.

El-Qadî di îlona sala 2016an de ji Wezareta Perwerdehîyê ya Siûd nameyeke ku tê de nesîhat û şîret hebûn nivîsandi bû û ew ji ber vê nameya xwe hatibû girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da