Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê Îranê: Em temamê berpirsîyarîyê digirin li ser xwe

Hacizadeyê Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê Îranê derbarê balafira ku bi xeletî hat xistin de destnîşan kir: “Em temamê berpirsîyarîyê digirin li ser xwe.”

Derbarê balafira Ukraynayê ya ku bi xeletî hat xistin xwarê de ji teref Emîr Elî Hacîzadeyê Fermandarê Muhafizên Şoreşê yê Îranê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Hacîzade di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber ku ew zen kirine balafir mûşeka cruîse hatiye lêxistin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê qeydên axavtinê yên bi operator re bên weşandin, em temamê berpirsîyarîyê digirin li ser xwe. Ji ber hewadîsa ku pêk hatiye ez xemgîn im. Dema ku min bi bûyerê bihîst min xwest ku ez bimirim. Xwezî ez miriba.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da