Gelê ku doh êvarî bi qedexeya derketina derve hesîya berê xwe da market û firinan

Doh êvarî di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de li 30 bajarên mezin û Zonguldakê qedexeya derketina derve ya ku dê 48 seatan derbasdar be hat îlankirin. Gelê ku bi qedexeya derketina derve hesîya berê xwe da market û firinan.

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji doh êvarî seat 12an pêve li Edenê, Enqeaea, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldakê ji bo 48 seatan qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li bajarên ku lê qedexeya derketina derve hat îlankirin gel xwe berda kolanan û berê xwe dan market û firinan. Ji ber ku gel xwe ji nişka ve berda kolanan  li ber marker û firinan îzdîham çêbû û di nav gel de teşqele derket.

Di dîmenên ku hatin girtin de tê dîtin ku kesên xwe berdan kolanan  qet haya xwe ji mesafeya civakî nekirin ku ev yek jî ji bo pêketina bi Coronavîrusê rîskeke mezin e.

ÎLKHA




































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mîtîngê Mewludê Nebî yo ke bi temayê 'Serekê Wehdet û Xelasiyê Hazretê Muhemmed' viraziya, bi mesajê muhîman peynî gırewt
Dema Misilman bibin yek, cîhan nikare li pêşiya me bisekine
Yekîtî bi gotinan nabe; divê em dev ji îxtîlafên dîrokî berdin
Mêvanên ku beşdarî mîtînga Mewlûda Nebî bûn hatin nasandin
Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike