Sed heyf û mixabin li Tirkiyê, heps bûne qempê hêsîran. Îdarevanên hepsan, qanûnê li gor dilê xwe bi kêfa xwe dimeşînin. Kîjan ğardiyan û midûr, li ser mehkûma dijwar û har be, li ba edalet û hiqûqê qedirbilind e. Girtiyên stûqalind dikarin hepsa xwe di nexweşxana de, û bi raporan derbas kin. Şîn û teziyeke wan biqewime, dikarin hernê. Ji ber nexweşiyên xwe tên berdan. Bên berdan jî, ji teref desthilatdarên dewletê ve jî, tên ziyaretkirin. Lê mehkûm mezlûm û dîndar be, bêheq û neheq e.
Hat diyarkirin ku, li Tekîrdağê li hepsa 2an ya tîpa Fyê, li mehkûman îşkence tên kirin. Ebdulsettar Yildizbakan û Yildirim Ataşê ku, ji doza Îslamî ceza girtibûn, beyan kirin ku ji teref ğardiyanan ve, îşkenca maddî û me’newî dibînin, tûşî û marûzî heqaretan dibin.
Ebdussettar û Yildirim dan zanîn ku, ğardiyan kêfî wan dixin oda bisîngerê û bi wî awayî wan ceza dikin. Di wê odê de wan tazî dikin. Dest û lingên wan bi kelepçe û piranga dikin. Ji bo nimêjê nahêlin tiştekî li xwe kin. Ebdussettar îfade kir ku, wezîfedar peyvê wan, şaş û kêm digihînin îdareyê. Ji ber vê yekê, der heqê wan de lêpirsînê vedikin.
Yildirim Ataş beyan kir ku, ji ber van te’deyan ğardiyan û îdara hepsê giliyê sewcîtiyê kirine. Lê belê sewcî di beyana xwe de wiha dibêje “Roja hedîseyê cilê wan ji wan hatiye kirin. Mehkûm ji bo nimêj bikin, wan sîngeran çêrandine û li ser wan nimêj kirine.”
Hat gotin ku sewcî beg, bi îddîa ku zirar dane malê qamûyê, li mehkûman dozê jî vedike.
Bangaheq