"Ger berî vê çend rojan qedexe hatibana îlankirin dibû ku teşqeleyeke mezintir pêk bihata"

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylu derheqê qedexeya derketina derve ya ku ji bo 2 rojan hat îlankirin de destnîşan kir “Bi şikleke asayî milletê me ket nava teşqelê.. Biya min ev yek asayî ye, lê belê hewce nake ku meriv bikevin teşqelê.”

Soylu doh êvarî beşdarî bernameya ku di CNNê de dihat weşandin bû û derbarê qedexeya derketina derve ya ku hat îlankirin de nirxandinan kir.

Soylu pirsa derheqê teşqeleya ku millet ketiye navê de wisa bersivand: “Ji ber ku di vê seatê de  gelek kêm kargeh vekirîne normal e ku mirov têkevin teşqelê. Biya min ev yek asayî ye, lê belê hewce nake ku meriv bikevin teşqelê. Lewra ew ê sibe nanpêj vekirîbin.Ew ê bi wesayîtên xwe nan belav bikin. Di pêşnûmaya me de ev yek heye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mîtîngê Mewludê Nebî yo ke bi temayê 'Serekê Wehdet û Xelasiyê Hazretê Muhemmed' viraziya, bi mesajê muhîman peynî gırewt
Dema Misilman bibin yek, cîhan nikare li pêşiya me bisekine
Yekîtî bi gotinan nabe; divê em dev ji îxtîlafên dîrokî berdin
Mêvanên ku beşdarî mîtînga Mewlûda Nebî bûn hatin nasandin
Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike