Hamas: Gelê me li dijî îşxalê xwedîyê mafa berxwedanê ye

Harekata Berxwedana Îslamî destnîşan kir, gelê Filistînê xwedî maf e ku li dijî îşxalê berxwedana çekdarî bi kar bîne û axên xwe muhafeze bike.

Hamasa ku Harekata Berxwedana Îslamî ye derheqê îşxala ku ji teref siyonîstên terorîst ve tê kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Hamas di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, hêzên îşxalker û niştecihên cihû  li Quds û Milê Xerbî li hember Filistînîyan êrîşên xwe zêde kirin, di encama van êrîşan de hejmara şehîd û birîndaran zêde dibe û gelek kes jî tên desteserkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, bi heman awayî mal û milkên Filistînîyan ji teref siyonîstan ve tên tahrîbkirin û şewitandin û dû re wiha hat gotin: “Gelê Filistînê xwedî maf e ku li dijî îşxalê berxwedana çekdarî bi kar bîne û axên xwe muhafeze bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da