HAMAS ji ber “asayîbûna” bi rejîma siyonist û îşxalker ji Sûdanê re bertek nîşan da

Hareketa Berxweda Îslamî ya Filistînê biryara “asayîbûnê” ya bi Sûdanê bi daxuyanîya ku belav kir şermezar kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ev qerara Sûdanê temamê Mislimanan matmayî hiştîye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ev qerar weke ku wan gotiye ew ê ji gelê Sûdanê re îstîqrar û pêşveçûnê neyêne û dê bibe sedem ku zehmetî, problem, dabeşbûn zêdetir bibe. Her wisa ev qerara Sûdanê ya ‘asayîbûnê’  dê zirarê bide gelê me û ummetê û ew ê bibe sedem ku îşxala siyonist zêdetir hakim bibe.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; ev qerar dê darbeyeke mezin li berjewendîyên ummetê bide û dû re wiha hat gotin: “Ew ê ev yek bibe sedema dabeşbûna sefan. Em ji gelê Sûdanê daxwaz dikin ku li dijî vê qerara têbikoşin û bi tu awayî destûr nedin ku bi dijminê sûcdar welatê wan bikeve pêwendîyê.”(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin