Harekata Cîhada Îslamî: Rêya azadîyê bes berxwedana li dijî siyonîzmê ye

Sekreterê Giştî yê Harekata Cîhada Îslamî Zîyad en-Nehhale li dijî projeyên îşxalkirina axên Filistînê ya ji teref rejîma siyonîst û Amerîkaya îşxalker ve tê xwestin bê kirin banga berxwedaneke berfireh kir.

En Nehhale ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê ya ku her sal di îna dawî ya meha Remezanê tê pîrozkirin daxuyanîyek belav kir.

En Nehhale di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Îro roj roja nûkirina soza me ya Qudsê ye, ey Quds em ê werin da ku tu bê azad û rizgarkirin.”

En Nehhale di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Meseleya Qudsê meseleya sereke ya temamê Mislimanên ku îman bi Xwedê anîne ye” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Meseleya Filistînê bes ne meseleya Filistînîyan e; bîlakîs doza temamê Mislimanan e. Quds paytexta ummeta Îslamê ye. Em rêwîyê rêyeke dirêj û bi meşeqqet in. Rêya azadîyê bes berxwedana li dijî siyonîzmê ye. Ew ê berxwedan ji me re azadîya me û rûmeta me bîne.Zafer dê ji xwe me re neyê. Ger me yekîtîya xwe ya ku temamê civakên Ereban destekê bidinê tesîs kir wê demê em dikarin muzaffer bibin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye