Hareketa Cîhada Îslamî: “Ew ê destûr neyê dayîn ku dorpêça li ser Xazzê mayînde bimîne”

Hareketa Cîhada Îslamî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew dorpêça ku ji teref rejîma îşxalê ya siyonîstên ve li ser Şerîda Xazzê tê sepandin ne çarenûsaFilistînîyan e.

Dawud Şîhabê ku li ser navê hareketê derbarê qedexekirina têketina malzemeyên înşaatê ya ku ji teref siyonîstan ve hat ragihandin de daxuyanîyek belav kir.

Şîhab di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ev biryara ku hatiye dayîn biryareke dijminane ye û li dinyayê emsalê vê qerara zilmê hema hema tune ye.

Şîhab di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ev bû çendîn sal ku siyonîst zilm û zordarîyê li gelê Filistînê dike û dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “Rewşa li herêmê her ku diçe xirabtir dibe. Ew zext û tundîya îşxalkeran dê zirarê nede rihê neteweyî ya Filistînê û ew ê ezm û qerardarîya Filistînîyan neyê şikandin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e