Hatemî: Ew ê êrîşa Amerîkayê bêbersiv nemîne

Wezîrê Parastinê yê Îranê Tuxgeneral Hatemî destnîşan kir “Ew ê êrîşa Amerîkayê bêbersiv nemîne.”

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Ji ber minasebeta qetilkirina Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê ji teref Wezîrê Parastinê yê Îranê Tuxgeneral Hatemî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Hatemî di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de diyar kir: “Bêşiphe ev cinayeteke mezin e û her wisa delîlê wê desteka ku şeytanê mezin Amerîka  li herêmê dide terorîstan. Ji ber vê yekê ew ê ev çalakî bêbersiv nemîne û ew ê tola xwîna ku hatiye rijandin bê standin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da