Hejmara cesedên ku ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59an

Di encama xebatên lêgerînê de ji Gola Wanê cesedê 5 koçberên din jî hatin derxistin û hejmara cesedên ku hatin derxistin derket 59an.

Berî vê çendakî tekneya koçberan a ku ji gundê Altinsaça navçeya Gevaşa Wanê derketibû di Gola Wanê de binav bûbû û ji koçberên ku di teknê de bûn xeber nedihat standin.

Di encama xebatên lêgerînê yên ku ji wê rojê vir ve hatine destpêkirin de heta niha cesedê 59 koçberan ji golê hat derxistin ku di nav van da cesedê pîrek û zarokan jî heye.

Xebatên lêgerînê hêj berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû