Hejmara dayikên ku beşdarî çalakîyê bûn derket 24an

Dayikeke din beşdarî wê çalakîya ku ji teref dê û bavên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li serê çiyê ve hatibû destpêkirin bû, bi vî awayî hejmara malbatên ku beşdarî çalakîyê bûn derket 24an.

Hat ragihandin dayikeke din beşdarî wê çalakîya ku ji teref dê û bavên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li serê çiyê ve hatibû destpêkirin bû, bi vî awayî hejmara malbatên ku beşdarî çalakîyê bûn derket 24an.

Dayika bi navê Nîhan Çîçek a ku beşdarî çalakîyê bû derbarê mijarê de diyar kir, qîza wê Altun Çîçek di sala 2014an de ji teref dotmamên xwe ve hat xapandin û ew ji çoltera Licê hat birin çiyê.

Dayika dilbikûl di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku qîza wê hat birin li serê çiyê qîza wê 19 salî bû.

“Ew kesên ku qîza min revandin li Diyarbekirê li gorî dilê xwe digerin”

Nîhan Çîçek di berdewama axavtina xwe de ji roja ku qîza wê hatiye revandin vir ve ew li qîza xwe digere û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sala 2014an vir ve qîza min winda bûye.Ev bû 5 sal ku ez li qîza xwe digerim. Ji roja ku çûye ve çav û guhên min  li derîyê malê ne, ez dibêm qey ew ê were. Dema ku hat revandin 19 salî bû. Piştî ku hat revandin, bi telefonê li min gerîyan.  Qîza min birîndar bûbû. Deam ku qîza min hat revandin bi dergistî bû.  Ew kesên ku qîza min revandin li Diyarbekirê li gorî dilê xwe digerin. Qîza min çû xestê û nema hat.  Min serî li temamê mercîan da. Heta ku qîza were ez ê li vê derê beşdarî vê çalakîyê bibim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin