Hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanan de birîndar bûn derket 37an

Hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de birîndar bûn derket 37an.

Doh li Xazzê piştî 3 heftîyan cardin ji bo şikandina dorpêçê xwepêşanên bi navê Meşa Mezin a Vegerê hatin lidarxistin. Di xwepêşanên ku doh hatin lidarxistin de 6 Filistînî birîndar bûbûn ku hat hînbûn ev hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanan de birîndar bûne derket 37an.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama êrîşa siyonîstên terorîst ên ku li xwepêşandêran hat kirin de tevde 37 Filistînî birîndar bûn ku ji van birîndaran 10 kes zarok in.

Ji roja ku xwepêşanên bi navê Meşa Mezin a Vegerê dest pê kirine vir ve di encama êrîşên siyonîstên terorîst de 362 Misliman şehîd bûn û zêdetirî 31 hezar kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne