Hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin 16 hezaran derbas kir

Li tevahîya cîhanê heta niha bi 370 hezar kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.

Mirinên herî zêde yên ji ber corona vîrusê  li Îtalyayê pêk hatin. Li Îtalyayê heta niha 6 hezar û 77 kes ji ber corona vîrusê mirin.

Li îspanyaya ku corona vîrusê lê herî zêde belav bûye jî heta niha 2 hezar û 207 kes mirin.

Hat daxuyandin li Amerîkayê jî heta niha bi 44 hezar kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.

Serokomarê Afrîkaya Başûr ji ber corona vîrusê li welêt heta 21 rojan derketina derve qedexe kir.

Endamê Komîteya Olîmpîyatên Navneteweyî Dîck Pound destnîşan kir ew ê Lîstikên Olîmpîyatan a 2020an a Tokyoyê dê ji ber corona vîrusê bên taloqkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne