Henîyye: Em ê dev ji êsîrên Filistînî bernedin

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê destnîşan kir, ew ê dev ji êsîrên Filistînî bernedin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em dikarin bi wasitaya navbeynkaran di warê taqasa êsîran a bi rejîma îşxalê re hevdîtinên nerasterast bikin."

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî di ziyareta ku li bajêra Deîr Belahê bi malbatên êsîran re kir de derbarê taqasa êsîran de nirxandinan kir.

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî destnîşan kir, ew ê dev ji êsîrên Filistînî bernedin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em dikarin bi wasitaya navbeynkaran di warê taqasa êsîran a bi rejîma îşxalê re hevdîtinên nerasterast bikin.”

Henîyye di berdewama axavtina xwe de bang li êsîran kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dev ji we bernedin û li we xwedî derkevin. Di destê me de xezîneyeke wisa heye ku nikara baz bide.  Êsîrên siyonîstan ger temamê hêzên dinyayê jî bibin yek nikarin xelas bibin heta ku talebên xelkê Filistînê bên qebûlkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan
Ramazan Tekdemir bawerî nû kir