Henîyye: Hamas û Cîhada Îslamîmuttefîkên hev ên stratejîk in

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye destnîşan kir; pêwendîya di navbera Hamas û Cîhada Îslamî de weke wê pêwendîya tifaqa stratejîk a di navbera birayên ku ala Îslam û berxwedanê girtine destê xwe ye.

Ji ber minasebeta 32emîn salvegera damezrandina Harekata Cîhada Îslamî ji teref Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Henîyye di axavtina xwe ya ku  kir de destnîşan kir; ew li ser navê endamên Hamasê hatiye ziyareta Cîhada Îslamî û ew li ser navê endamên Hamasê Cîhada Îslamî di salvegera damezrandina wî de pîroz dike.

Henîyye di berdewama axavtina xwe de diyar kir; pêwendîya di navbera Hamas û Cîhada Îslamî de weke wê pêwendîya tifaqa stratejîk a di navbera birayên ku ala Îslam û berxwedanê girtine destê xwe ye.

Nafîz Azzamê Endamê Yekîneya Sîyasî ya Cîhada Îslamî ji ber ziyareta ku ji teref Hamasê ve li wan hatiye kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne