Navenda Giştî ya Komeleya Pîşesazî û Karsazên Hak (HAKSÎAD) ji bo Muhammed Îsa Abdullahi, Ataşeyê Bazirganî yê Balyozxaneya Somaliyê ya li Enqerê, û Muhtar Abdullahi Ali, CEO û Hevkarê Damezrîner ê Şîrketa Aw Ali ya li Somaliyê mazûvanî kir.
Şandeyê bi Alîkarê Serokê HAKSÎADê Maruf Îçke û Serokê Şaxa Stenbolê Abdulbarî Duman re hevdîtin kir.
Têkiliyên bazirganî û derfetên hevkariyê hatin gotûbêjkirin
Di civîna ku li Navenda Giştî ya HAKSÎADê hat lidarxistin de, têkiliyên bazirganî yên Tirkîye û Somalîyê, qadên çalakiyên karsaziyê û derfetên hevkariya dualî hatin nirxandin.
Aliyan li ser warên xebata xwe yên cuda, bi balkişandina ser baştirkirina ragihandinê di navbera karsazên herdu welatan de û afirandina derfetên nû ji bo hevkariya bazirganî, nêrînên xwe parve kirin.
Di civînê de her wiha girîngiya têkiliyên hevbeş di navbera çalakiyên bazirganî yên Balyozxaneya Somaliyê û xebatên HAKSİADê yên ji bo cîhana karsaziyê de hate destnîşankirin.
Serdan bi danûstandina xêrxwaziyên dualî bi dawî bû. (ÎLKHA)