Li Dihokê erdhej
Erdhejek bi lerza 3.8 ku li herêma Dihokê ya Kurdistana Başûr çêbû, 11.34 kîlometre dûrî navçeya Silopiya Şirnexê hat qeydkirin.
Li gorî daneyên AFADê, erdhej di saet 15:51an de çêbûye.
Erdhej, ku navenda wê li Sîmele ya herêma Dihokê ya Kurdistan Başûr bû, bi şîdeta 3.8 û kûrahiya wê jî 7.02 kîlometre bû.
Hat ragihandin ku erdhej 11.34 kîlometre dûrî Silopiyê çêbûye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.