Hikûmeta Herêma Kurdistanêqerara tatîlê ya ji bo sazîyên fermî heta 2yê Gûlanê dirêj kir

Piştî civîna heftîyane ya ku bi şiklê vîdeo konferansê di serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat kirin re, ew qerara tatîlê ya ku ji ber Covid-19 hatibû standin hat dirêjkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de mijarên mîna îqtîsadî, aborî û tevdîrên ku dê hikûmet li dijî şobê bistîne hatin nirxandin.

Barzanî di civîna ku hat lidarxistin de destnîşan kir, ew ê di wê heyama qedexeya derketina derve de di çarçoveya tevdîrên li dijî Coronavîrusê de ji welatîyan re bibin alîkar da ku barê wan sivik bibe.

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, qerara tatîlê ya ku ji bo sazîyên fermî û mekteban hatibû îlankirin heta 2yê Gûlanê hat dirêjkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mîtîngê Mewludê Nebî yo ke bi temayê 'Serekê Wehdet û Xelasiyê Hazretê Muhemmed' viraziya, bi mesajê muhîman peynî gırewt
Dema Misilman bibin yek, cîhan nikare li pêşiya me bisekine
Yekîtî bi gotinan nabe; divê em dev ji îxtîlafên dîrokî berdin
Mêvanên ku beşdarî mîtînga Mewlûda Nebî bûn hatin nasandin
Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike