Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar dike ku ji ber bandora guherîna avhewayê, hejmara mirovên ku rûbirûyê germahiya zêde dibin bi lezgînî zêde dibe û germahî êdî bûye yek ji rûdanên hewayê yên herî kujer.
Li gorî saziyê (rêxistinê), rêjeya mirina ji ber germahiyê di kesên ser 65 salî re, di nav bîst salên dawî de nêzîkî ji sedî 85 zêde bûye. Ewropa wekî parzemîna ku li cîhanê herî zû germ dibe derdikeve pêş û pispor balê dikişînin ser ku pêlên hewaya germ bêtir, dirêjtir û dijwartir diqewimin.
Di serê pirsgirêkên tenduristiyê yên ku pispor herî zêde hişyariyê li ser dikin de, şoka germê (lêdana germê) tê. Şoka germê ku di bijîşkiyê de wekî 'heat stroke' tê zanîn, di encama zêde germbûna laş de dema ku laş nikaribe germahiya xwe birêkûpêk bike derdikeve holê. Ev tabloya ku bi gelemperî bi bilindbûna germahiya laş a ser 40 pileyî (dereceyî) geş dibe, dema ku neyê dermankirin dibe sedema têkçûna organan, zirara norolojîk a mayînde û tafilî (heta) mirinê. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, şoka germê wekî rewşeke lezgîn a bijîşkiyê ya ku xetereya wê ya mirinê ya bilind heye pênase dike.
Gelo şoqa germê çawa tê fêmkirin?
Li gorî pisporan, di nav nîşaneyên herî berbiçav de taya bilind, serêşiya dijwar, sergêjî, çûbûna hiş, astengiya axaftinê, windakirina rêberiyê, bêhaliya zêde û daxwaza verşînê cih digirin. Di rûdanên pêşketî de, girtina krîzê (lêdan), windakirina hiş û koma dikare were dîtin. Her çend germ û hişkbûna çermê kesî wekî nîşaneke girîng were qebûlkirin jî, di hin rûdanan de dibe ku xwêdana zêde jî berdewam bike. Bi taybetî guherînên di rewşa derûnî de, wekî nîşaneyên herî krîtîk ên ku şoka germê ji westandina asayî ya germê vediqetîne têne nîşandan.
Xetereya şoka germê ji bo kal û pîran, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, zarokan, jinên ducanî û kesên ku li derve dixebitin bilindtir e. Komên pîşeyî yên mîna karkerên çandiniyê, karkerên înşatê, kurye û xebatkarên qadê yên ku demeke dirêj di bin rojê de dimînin, di nav wan kesên ku pispor bi taybetî balê dikişînin ser de ne. Rapora hevpar a ku ji aliyê WHO û Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ve di sala 2025an de hat weşandin jî nîşan dide ku germahiya zêde bi taybetî li ser nifûsa dixebite dibe xetereyeke tenduristiyê ya ku her diçe mezin dibe.
Pispor destnîşan dikin ku rênişatên (tedbîrên) ku li dijî şoka germê werin girtin bi gelemperî hêsan in lê belê heyatî ne. Tê pêşniyarkirin ku mirov di navbera saetên 11.00 û 16.00an de ku saetên herî germ ên rojê ne bi qasî ku pêkan e dernekevin derve, ava zêde vexwin, cilên rengvekirî û sivik hilbijêrin, di sîyê de bimînin û çalakiyên fizîkî bixînin saetên sibehê an jî êvarê. Di malan de jî tê şîretkirin ku pencerên ku rojê dibînin bi perdeyan werin girtin û hawirdor hênik were girtin. Rayedar her weha tekez dikin ku divê zarok, kal û pîr û heywanên kedî (malê) bi tu awayî di wesayîtên parkkirî de neyên hiştin.
Heger guman hebe ku kesek rûbirûyê şoka germê bûye, divê bêyî windakirina demê banga alîkariya lezgîn were kirin. Pisporên alîkariya yekem pêşniyar dikin ku kesê nexweş tavilê bibin qadeke hênik an jî sîber, cilên wî yên zêde ji xwe bikin û germahiya laşê wî bi lezgînî daxînin. Danîna kompresa sar li ser stû, bin çeng û nav ran, şilkirina çerm bi avê û hênikkirina bi rêya ventilator an jî herikîna hewayê giringiyeke heyatî hildigire. Heger hişê kesî li serê wî be, meriv dikare hinekî avê bide wî; lê belê heger tevlîheviya hiş an jî bêhişbûn (bûrbûn) hebe, divê ji devê wî re tu şilek (av) neyê dayîn.
Zanyar pêşbînî dikin ku ji ber guherîna avhewayê, germahiya zêde di pêşerojê de dê hîn zêdetir belav bibe. Di salên dawî de li gelek herêmên Ewropayê dîtina germahiya ser 40 pileyî bi rengekî bêtir û gihîştina pêlên hewaya germ astên rekorê nîşan dide ku şoka germê êdî ne tenê pirsgirêkeke demkî ya mehên havînê ye. Li gorî pisporan, bi qasî rênişatên ferdî, pêşxistina plansaziyên çalakiyê yên germahiya germ ji aliyê rêveberiyên herêmî û saziyên tenduristiyê ve jî dê di salên pêş de bibe xwedî giringiyeke heyatî.