HUDA PAR, sala xwe ya 3yemîn li Stenbolê pîroz kir. Di bernameya ku gelek însan beşdar bûn de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu axivî û rojevê nirxand.
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku di meha berfanbara sala 2012an de bi slogana ‘Sîyaseta Rast, ‘Edaleta Heqîqet’ ve derketibû rê bi wesîla salvegera sazkirina HUDA PARê ya 3yemîn pîroz kir. Bername, li Bayrampaşaya Stenbolê, di Salona Werzîşê yê Hîdayet Turkoglu de hat lidarxistin. Bername, bi tîlaweta Qur’ana Pîroz ê bi xwendina Mela Abdulbarî Çelîk dest pê kir. Endamên partiyê, destê wan de alên partiyê bi sirûd û sloganên HUDA PARê salonê xemilandin. Bername, bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok dest pê kir. Dûvre Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di derbarê rojevê de axivî û rojevê nirxand.
“Sedema pirsgirêkên ku îro pêk tên pergal e”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, hemd ji Xwedê Teala re kir û dest bi axavtina xwe kir. Dûvre Yapicioglu diyar kir ku terma ‘Pirsgirêka Kurd’ ne minasib e, pirsgirêka bingehîn pergal e. Yapicioglu dûvre wiha pêde çû: “Pirsgirêgeke me heye ku li her derê welêt dibe sedema mirina însanan . Bi terma ku gelemperî tê bikar anîn ‘Pirsgirêka Kurd’. Çawa ku em hertim dibêjin ev yek pirsgirêka pergalê ye. Gotina ‘Pirsgirêka Kurd’ xweşa me naçê. Vê yekê wek çavkanîya hemû pirsgirêkan didin nîşandan. Wisa didin nîşandan ku di pergalê de pirsgirêk tune, kurd pirsgirêk derdixin. Berî vê 90 salî du tişt di vê pergalê de bi cî kirin. Yek ji wan Tirkîtî yê 2yem jî laîqî. Ew kesên ku molotof didin destê ciwanan û wan li kolanan belav dikin û bajaran dixin wek qada herbê sedema vê pirsgirêkê nînin. Ev yek encama vê pergalê ye. Ev yek pirsgirêka pergalê ye. Heke ev pergal neyê terkkirin PKK xelas bibe jî dê rêxistinek din derkeve holê. Ji ber vê yekê pêwîst e ku bingeha vê pirsgirêkê were halkirin.”
“Pêvajoya çareseriyê bi şiklekî çewt hat meşandin”
Yapicioglu, pevajoya çareseriyê nirxand û wiha pêde çû: “ Hûn jî dizanin ku bi ser navê pêvajoya çareseriyê pêvajoyek hat destpêkirin. Dema ku me partiyê ava kir me diyar kir ku meşa pêvajoya çareseriyê çewt e. Di destpêka pêvajoya çareseriyê de heta piştî demekê kurt me kongreya yekemîn a asayî li dar xist û me wiha diyar kir: “Dewlet, ji bo ku PKK çekan berde dikare bi wan re bazarê bike. Ev tiştek asayî ye. Îmrali, bes nûnerê kesên ku piştgiriyê didin wî bixwe ye û dikare bi ser navê rêxistina xwe biaxive. Di derbarê îxlal kirina mafên îslamî û însanî de kirina mixetebê ya kurdan dibe ku bibe sedema pirsgirêkên ku telafiya wî tune. Di domahiyê de; dema ku mijar mafên kurdan bibe pêwîst e ku rêxistinên hemû gelê kurd bibin mixeteb. Pêwîst e ku hemû kesan bikin mixeteb û wan guhdar bikin.”
“Me di derbarê mijarê de çend car hişyarî da hikûmetê”
Yapicioglu, bal kişand ku ew hertim di heqê geşedaniyên pêvajoyê de hişyarî dane hikûmetê. Yapicioglu, wiha pêde çû: “ Ji bo ku hikûmet baldar be, me hişyarî da hikûmetê. Me diyar kir ku agirê ku li welatê Sûrîyê ye dê pêta wê bavêje vir. Me diyar kir hewl didin ku Tirkîyê navhev bixin. Ji vê yekê re hêdî hedî rê vedikin. Hikûmet, kesên çekdar ji xwe re kir mixatab. Wan kesên çekdar jî vê yekê kirin. 11 meh berê di yekê Sibata 2015an de dema ku me dest bi xebata hilbijartinê kir me got ‘Gelo hûn dixwazin ku gel derkevin kolanan, rageşî derkeve û rewşa neasayî were îlankirin. Heke armanca we ev yek e karên ku hûn pêk tînin ji vê yekê re musaîd in. Xwestin ku gav bi gav alîye vê yekê ve herin dûvre pêvajoyê anîn vî halî. Xendekan vedan û bariyeran saz kirin da ku xwe di pişta xendekan de veşêrin. Çek û roketan dan destê 3-4 ciwanan û gotin ‘Me xweserî îlan kiriye. Em dê xwe bixwe birêve bibin.’ Dibe ku birayê me yên vir rewşa herêmê nizanibin. Dibe kesên ku çapemenîya PKKê dişopînin bibêjin her derê welat bûye agir. Kesên ku çapemenîyek cûda bişopîne dikare bibêje her der gulîstan e. Ev her du rewş jî çewt in. Dibe ku hinek der wek agir bin, lê hinek der jî jiyan bi şiklekî asayî didome. Însan, mane di naveyna her dû rewşan de.”
Me çendîn caran got ku PKK di pêvajoya çareserîyê de çekan depo dike
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir wan berî niha çendîn caran anîne ziman ku PKKê dev ji çekan bernade û axavtina xwe wiha domand: “Hikûmet got ku ew ê Ocalan ji bona dev ji berdana çekan bangewazîyê bike. Dema ku ev tişt negirt û çênebû hikûmet vêcar got ku bila Tirkîyeyê biterikînin. Pişt re hemû kes anî ziman û îkrar kir ku bajêr bûne depoyên çek û silehan. Lê belê dewlet vê îkrarê nebihîst. Ew çekên ku di pêvajoya çareserîyê de li bajêran hatin depokirin ew ê bibe mirina gelek canan. Kesê ku şer û pevçûnan kişande bajêran PKK ye. Lê belê her çiqas di van can dayînan de PKKê berpirsîyar be, bi heman awayî dewlet jî ji van berpirsîyar e. Lewra dewlet ji muhafezekirina can, mal û dînê xelkê mesûl e. Tu wek dewletê di serî de ji kuştina Firat Sîmpîl û gelek kesên sivîl berpirsîyar î. Dema ku cara ewil bûyer dest pê kirin ragihandin ku li Cizîrê 21 sivîl hatine kuştin. PKK ji van re digot 21 sivîl hatine kuştin û dewlet jî ji van re digot ku 21 PKKyî hatin kuştin. Lê belê ev her du tişt jî derew in. Ji van kesên ku hatibûn kuştin yek ji wan zarokekî 35 rojî, yek jî kalekî 70 salî û yek jî birayê me bû. Êdî çawa çêbû ku 21 terorîst hatine kuştin? Ji ber vê yekê em dibêjin ku şer û pevçûn xirab û pîs in. Divê çek ne şiklê gerîna heqan bên bikaranîn. Heger ev tişt nayê kirin divê pevçûn ji bajêran were dûrkirin. Di salên 90an de gelek gund hatin şewitandin. A niha heman tişt li bajêran tên jiyan.”
Hewcîtî ji mekaqanûnekê ku pêşanîyê dide însanan heye
Yapicioglu di derbarê mekaqanûnê de wiha axivî: “Me berî niha pêşnîyaz û teklîfên xwe yên di derbarê mekaqanûnê de anî ziman. Ji bona ku ev agirê ku pêketîye were tefandin demildest hewcîtî ji mekaqanûnekê sivîl heye. Divê madeyên qewmîyetperest ji makeqanûnê werin derxistin û azadî divê werin berfirehkirin. Ev têgihiştina mekaqanûnê têgihiştineke parastina hemwelatîyan a li dijî li îqtîdarê ye. Divê ji wê têgihiştina dewlet pîroz e dûr bibin. Mafên mirovan fitrî ne. Ji ber vê yekê li ser van mafan qet nikare were danîn. Di serê van heqan de mafê jiyanê tê. Ev maf û heq bi tu şiklî nabe meseleya bazarê. Heger mafê jiyanê were îxlalkirin jixwe ne hewce ye ku qala mafên din were kirin.
Îbadetxaneyên îslamê tenê camî ne
Yapicioglu di derbarê ji malên ceman re dayîna statuyê de wiha axivî: “Ji Malên Ceman re dayîna statuyan tê axavtin. Lê belê dema ku tê axavtin tê xwestin ku statuyê bidin Malên Ceman. Em vê tiştê niyeta kesên ku dixwazin welat ji hevdû perçe bikin û niyeta kesên ku êrîşî îslamê dikin dibînin. Em ne li dijî dayîna statuyê ne, em li dijî dayîna statuya îbadetxanê ne. Alevîtî ne dînek e.Şîroveyê dîn e. Mabed û îbadetxaneyeke îslamê heye ku ev jî camî ne.”
A niha hewl didin da ku fitneya mezhebê hişyar bikin
Yapicioglu destnîşan kir “Bi cîranan re pirsgirêkên sifir bû sirf pirsgirêk” û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku Bihara Ereban dest pê kir me balan kişand li ser tiştinan. Me destnîşan kir ku heger ji vê pêvajoyê haydar nebin wê demê kesên emparyalîst wê vê pêvojoyê bixin bin armancên xwe. Me bal kişandibû li ser encamên nebaş a vê pêvajoyê. A niha hewl tê dayîn da ku fitneya mezhebê hişyar bibe. Heger ev tişt sibe bibe şerê sunnî û şîîyan ew ê wê demê ummet dê parçe bibe. Mixabin weke ku derbeyên ku ewladên ummetê ji darbeyan xwarin ne bes e di ser de bi hevdu re pev diçin. Ewladên ummeta îslamê pişta xwe spartin hinek kesên ku ne yê dostîtîyê ne. A niha jî hinek kes pişta xwe didin kesên hêzdar û bi wan re bûne dost û bi birayên xwe pev diçin. Ez van tiştan ne ji bona komek û ne jî ji bona welatekî dibêjim. Lê hinek kes vî tiştî dikin û ji birayên xwe re çekan dikşînin. Ev zillet e. Divê ummet ji vê zîlletê xelas bibe. Rêya vê xelasîyê jî ev e ku divê em fêm bikin tu feydeya DYE, Rûsya, Fransa û Îngilîzan ji me re tune ye. Dema ku me vê yekê fêm kir dibe ku derîyê xelasîyê ji me re vebe.”
Heger hikûmet xwe nêzî îsraîlê bike wê demê ew ê ew xelkê ku wan anîya îqtîdarê ji wan re wê bibêje ‘one mimute’
Yapicioglu destnîşankir di van rojên dawî tê gotin ku Tirkîyê di doza Mavî Marmarayê de bi Îsraîl re li hev kiriye û wiha ragihand: “Ji teref hikûmetê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin lihevkirinek a niha tune ye lê belê ji bona têkilî werin başkirin gav tên avêtin. Di destpêka vê dozê de rakirina dorpêçê hat rojevê û destnîşan kirin heta dorpêçkirin ranebe aşîtî wê çênebe. Baş e dorpêçkirin rabû? Îsraîl lêborîn xwest? Îsraîl sûcê xwe qebûl kir? Bedela vê dozê ev e? Heke hikûmet xwe nêzî îsraîlê bike wê demê ew ê ew xelkê ku wan anîya îqtîdarê ji wan re bibêje ‘one mimute’
Em ne bê hêvî ne lewra referansa me îslam e
Yapicioglu weke ku di her mîtîng û vekirina de dikir axavtina xwe bi duayan dawî kir. Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de wiha got: “ Rebbê min yekîtî û bihevrebûnê nesîbê me bike. Rebbê min cardin têgihiştina ummetê û bûyîna biratîyê têxe bîra me û bi me nede jibîrkirin. Rebbê min îxlasa me zêde bike, ji qeta xwe bereketê bide me. Ez cardin ji we re teşekur dikim ji bona ku hûn hatin vê derê. Rebbê min ezm û cehda we ya di xebatan de zêde bike û mukâfata we bide we. Em digel van zor û zehmetîyan ne bê hêvî ne. Lewra refaransa me îslam e. Me serê xwe ji hikmê Xwedê re tewandîye, em mukellef in ku çi tişt ji destên me tê bikin. Em ê zanibin ku em çi bikin jî her tişt bi daxwaza Xwedê Teâla pêk tê.”(ÎLKHA)