HUDA PARê bi rêbaza vîdeo konferansê îda partîyên siyasî pîroz kir

Bernameya pîrozbahîya îdê ya ku ji ber minasebeta Îda Remezanê di navbera partîyên siyasî de tê lidarxistin îsal ji ber Covid-19 bi rêbeza vîdeo konferansê hat lidarxistin.

HUDA PARê bi rêbeza vîdeo konferansê îda AK Partî, Saadet, Deva, Gelecek û Yeniden Refahê pîroz akir.

Lijneya HUDA PARê ya ku ji Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr pêk dihat,  bi dorê bi rêbeza vîdeo konferansê bi Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Julîde Sarieroglu, Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Arîk Agdag, Sekreterê Giştî yê Partîya DEVAyê Sadullah Ergîn, Serokê Karên Siyasî yê Partîya Gelecek Dr. Selîm Temurcî û bi Sekreterê Giştî yê Partîya Yeniden Refahê Suat Pamukçu re hevdîtin kir û îda wan Remezanê pîroz kir.

Di hevdîtinên pîrozbahîya îdê yên ku bi rêbeza vîdeo konferansê hatin kirin de partîyên siyasî îda hev û ya alema Îslamê tebrîk kirin û aborîya Tirkîyê nirxandin.

Her wisa di hevdîtinan de bal hatin kişandin li ser doza Qudsê û her destnîşankirin; divê xwedî li doza Qudsê û Filistînê bê derketin û hat diyarkirin divê Peymana Stenbolê ji bo muhafezeya civak û malbatê bê fesihkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da