HUDA PARê ji bo pîrozbahîya îdê çû Navenda Giştî ya Yekgirtû

Ji ber minasebeta Îda Qurbanê lijneyek ji Temsîlkarîya Hewlêrê ya HUDA PARê Navenda Giştî ya Yekgirtû ziyaret kir û îda wan pîroz kir.

Îsa Aydinê Serokê Lijneya Îstîşareya Giştî yê HUDA PARê, Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê û lijneya bi wan re pêkve di bergeha pîrozbahîya îdê de çûn Navenda Giştî ya Yekgirtû.

Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê Giştî yê Yekgirtû Muhammed Selahaddîn Behadîn û rayedarên partîyê ve hatin ezimandin.

Teref piştî ku îda hev pîroz kirin re, Serokê Giştî yê Yekgirtû Muhammed Selahaddîn Behadîn axavtinek kir û kêfxweşîya xwe ya ku ji ber ziyaretê hatiye kirin anî zimên.

Behadîn di berdewama axavtina xwe ya ku kir de ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir serxweşî da lijneya HUDA PARê.

PDK-T ji bo îd û tazîyê çû Temsîlkarîya HUDA PARê ya Hewlêrê

Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkîyê Rojhat Amedî digel lijneya bi xwe re Temsîlkarîya HUDA PARê ya Hewlêrê ziyaret kir.

Heyeta ku hat ziyareta HUDA PARê ji rayedarên HUDA PARê re  serxweşî da û îda wan pîroz kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin