Huda Parê Rojev Nirxand

Huda Parê rojev nirxand. Hat gotin ku mesûlên ‘esil ên pêkhatina vê rewşa alema Îslamê, îdarevanên welatên musluman û dewletên emperyalîst in.

Partiya Doza Azad Huda Parê, di nirxandina rojevê ya hefteyî de, li ser gelek mijaran peyamên girîng dan. Li ser destpêbûna sala perwerde û hîndekariyê wiha hat gotin:

“Li mektebên pêşîn û navîn, hê bi marîfeta rêziknameyê qedexeya sernixumandinê didome. Tê dîtin ku di mufredata perwerdeyê de heta di kitêbên dersên dîn de, qalibên îdeolojîk hê nehatine şikandin. Di mektebên dewletê de îro bi piranî serbestiyeke fiîlî hebe jî, ji ber ku di zemîna qanûnî de qedexeya sernixumandinê nehatiye bidawîkirin, potansîyela ku xwendekar û mamosteyan bîne pêşberî hev heye. Divê hem di saziyên perwerdeyê de hem jî di sazîyên qamûyê yên ji azadiyê hatine îstîsnakirin de, qedexeya sernixumandinê yekser bê rakirin. Hewce ye ku hikûmet gavek berê gavekê di vî warî de gavên qanûnî biavêje û ne sernixumandinê, qedexeya sernixumandinê qedexe û yesax bike.

Perwerdeya bi zimanê dayikê, heqekî sereke yê însanî ye. Çawa ku dana heqên sereke ne lutfek e, ne rast e ku ev heq bi şertekê ve bê girêdan an jî bibe mijara bazarê. Hikûmeta ku perwerdeya bi zimanê dayikê wek heqekî nabîne û evêya jî gelek caran anîye ziman, kurdiya ji gelek zimanên dayikê yên li Tirkiyê tên xeberdan, bi rêkûpêkkirinê di mekteban de kire dersa bijarte, lê fiîlî di pratîkê de rê li ber vêya digre. Kontenjana mamosteyên ji bo dersa bijarte ya kurdî, gelekî di bin qederê hewceyê de sembolîk nîşan daye. Zihnîyeta tektîpxwaz bi salan kurdî qedexe kiriye û tê’de lê kiriye. Ji bo bipêşketina kurdî tayînkirina mamosteyan pêwist e. Fiîlî netayînkirina mamosteyên kurdî nayê qebûlkirin. Dewlet têra xwe mamosteyan tayîn nake, rewşa xwe ya bêîmkanîya ku ew bûye sedema wê, bike bihana li ber pêkanîna daxwaza xelkê ya hînbûna Kurdî, nîşana bêsemîmîyet û bêcîddîyetê ye.

Di serî de zimanê kurdên ku ji xelkên avaker ên ‘eslî ne li welêt zimanên ku tên xeberdan, divê fermî bên naskirin û rêkûpêkkirinên acîl bên kirin ku her kes dikaribe perwerdeya bi zimanê dayika xwe bibîne.

Divê dev ji perwerdeya têkel a ku qîz û xort bi hev re dibînin bê berdan, malbatên bixwazin karibin zarokên xwe heta di mektebên bilind de jî di her qonaxê de di dibistanên qîz an jî kuran de bidin xwendin.

Mixabin em dibin şahid ku ji bo rakirina muptelabûna maddeyên narkotîkê yên ku êdî dibin sedemên pirsgirêkên pir mezin, tedbîrên hewce nayên girtin. Ji bo ku pêşîyên mekteban nebin bazargeha firoşkarên narkotîkê û sihheta eql û wicûda xwendekaran bên parastin, wezîfeya dewletê ya sereke ye ku ji dêleva tedbîrên sembolîk û qaşo, bergirîyên daimî û encamgir bigre.” 

Li ser qezaya asansorê ya li Stenbolê ku 10 karker tê de can dabûn jî wiha hat gotîn:

“Digel ku di sala 2012an de Sihheta Karker û Ewlehiya Kar bû qanûn jî, ji ber ku Wezareta Xebat û Ewlehiya Sosyalê wezîfeya kontrolkirinê têra xwe neanîye cî, qezayên kar gihane derenca dehşetê û her sal bi sedan karker can didin. Gava kardêr tedbîrên di heqê ewlehiya kar de negre, cezayên tên dayîn wan çavtirsandî nakin. Hiqûqa tezmînatê ji aliyê maddî ve kardêran nerihet nake. Ji ber van tiştan ked û xwêdan terkî însafa xwedî sermayeyan hatiye kirin.

Bi hêrsa kesbandina kara zêde, di gelek şaxên kar de, ji bo ewlehiya kar têra xwe nayê serfkirin, ji lew karker ji bo debarê bêyî ewlehiya can, di binê şertên dijwar û gelek rîskên qezayên ciddî de tên xebitandin. Tenê di îşaetan de di 5 salên dawîn de hezar û 754 kes di qezayên kar de can dane. Ev jî nîşan dide ku gotina hikûmetê ya “Însanê bijîne ku dewlet bijî” tenê ji sloganekê îbaret e. Eger li welatekî qezayên kar ên ku meriv dikare bi tedbîrên basît rê li ber wan bigre bi vê qederê zêde diqewimin, qezayên ku pêk tên ne qeza ne, her yek cînayetek e.

Ekonomîyeke ku tê de sermaye wek muqeddes be, kedkar bêxwedî bin û li ser şêlandina ked û heyatê bi pêş bikeve, tu domanbariya wê tune ye.

Divê hikûmeta di serî de mesûliyeta xwe bîne cî, li xwedî sermayeyê yên ku ehemmiyetê û guh nadin ewlehiya kar, cezayên ku çav ditirsîne tetbîq bike, mekanîzmeke kontrolê ya saxlem û feal ava bike û ne di gotinê de bi îcaatên xwe bide nîşandan ku heyata însan tercîhî sermayeya ku sîstema kapîtalîst wê muqeddes dibîne dike.”  

Li ser plana Amerîkayê ya îşgalkirina İraq û Sûriyê jî weha hat gotin.

“Polîtîkayên Amerîka û muttefîkên wê yên der barê coğrafyaya Îslamê de, di 15 salên dawîn de planên îşgal û derbeyê yên ku aktîf bi kar anîne, mesela Filistînê û Îslamîfobîya ku bûye sedema nefretê, çi sunnî çi şîî ji hereketên tekfîrî re zemîn hazir kirine.

Pevçûnên li Sûriye û İraqê, civata Îslamê ji hundir ve dirizîne û tune dike. Ji hêla encaman ve ewlehiya mal û can ên civatên musluman û ğeyrî musluman tehdît dike û marûzî koç û birçîbûnê dike. Mesûlên ‘esil bêguman îdarevanên welatên musluman in ku di nav xelkên musluman de hem ji aliyê mezhebî ve hem jî ji aliyê etnîkî ve kîn û dijmintiyê kedî dikin û guh nadin polîtîkayên li ser esasê biratî û edaletê û hem jî dewletên emperyalîst in. Îdareyên sûnnî li şîîyên di bin îdara xwe de, îdareyên şîî jî li civatên sûnnî, dewletên ereb û faris û tirk li xelkê kurd polîtîkayên ji xwe nehesibandinê û jihevqetandinê pêk bînin, di bin cepheya Amerîka û Rûsyayê yên emperyalîstên hêzên derveyê de, li hemberî hev têkevin hesaban, dibin sedema bendbendîbûnê. Hel ew bû ku welatên musluman aşîtiya nav xwe pêkanîbin û ji hemî bawerî û kulturên din re bûbin diyarê silh û silametiyê, lê niha bêşerefiya ku her yek ji menfîetên siyasî, leşkerî û ekonomîk ên welatên emperyalîstan re bibin bekçî diqewimînin.

Gaveke erênî ye ku Tirkiyê ji encamên polîtîkayên xwe yên borî yên ji bo Sûriyê rast kirine ders derîne û îmzeyê navêje koalîsyona di pêşîvantiya Amerîkayê de û vêya îlan bike. Em di wê bawerîyê de ne ku hikûmet vê qirartiya xwe heta dawîn biparêze. Tirkiye ne li pişta tu terefdarekî herba heyî be, bibe alîkar ku rêyeke wasat bê dîtin da ku şîî û sunnî, ereb û kurd û tirkmen û etnîk û civatên dînî yên din, hem li Sûriyê hem jî li İraqê tecawizî heqên hev nekin û jiyana wan a azad û di nav emniyetê de pêk bîne, divê Tirkiye bi welatên li herêmê re tevbigere.”

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar