IHO EBRAR ji malbata ku mala wan şewitî re alîkarî kir

Berî vê 20 rojan mala malbata Bulduya ku li Kuşadasiya Aydinê di kirê debûn ji ber şewata ku derket şewitî.

Piştî bûyera şewatê ferdên malbatê ji bo alîjarî ji wan re bê kirin bang li xêrxwazan kir ku ji vê bangê re sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO EBRAR bêdeng nema û ji malbatê re alîkarî kir.

Osman Yildirimê Temsîlkarê IHO EBRARê derheqê alîkarîya ku ji malbatê re hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Yildirim di daxuyanîya ku belav kir de destîşan kir, we ji wê malbata ku mala wan şewitî re alîkarî kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Mala malbata ku me ji wan re alîkarî kir berî vê 20 rojan şewitî. Dema ku em vê yekê hîn bûn me biryara alîkarîyê da û me dest bi xebatên xwe yên alîkarîyê kir.Me kêmasîyên malê temam kir û teslîmî malbatê kir.”

Yildirim di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê dest bi tamîrkirin xanîyê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê min vê bûyerê neyêne serê tu kesî. Xweda ji wan xêrxwazan, IHO EBRAR û Karwana Hêvîyê razî bit.”

Mehmet Şîrîn Bulduyê xwe bavê 3 zarokan e û mala wî şewitî jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Xweda neyê serê tu kesî. Xweda ji temamê xêrxwazan razî be. Ez çi qas teşekkur bikim hindik e.Bi saxîya Mislimanan xêrxwazan ji me re bûn alîkar.”


























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin