​IHO-EBRAR ji malbatên muxtac re alîkarî kir

IHO-EBRARa ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye ji ber minasebeta meha Remezanê li Orduyê ji malbatên feqîr û jarre alîkarî kir.

Sazîya ku di sala 2013an de hat damezrandin ji roja ku hatiye damezrandin vir ve bênavber li çar alîyê cîhanê diçe hawara kesên êtîm, feqîr û bêkes. Sazî vêcarê jî li Orduyê ji malbatên feqîr ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarîya erzaqê hat kirin.

Derbarê alîkarîya ku hat kirin de Mehmet Can Mîkyasê Temsîlkarê Orduyê yê IHO-EBRARê daxuyanîyek belav kir.

Mikyas di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew di bergeha meha Remezanê de li Orduyê ji wan malbatên ku berî niha hatine tespîtkirin ku feqîr û jar in re alîkarî kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger  kesên xêrxwaz ji me re bibin alîkar dê xebaêtn me yên alîkarîyê bênavber berdewam bikin. Ji ber vê yekê em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?
Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin