IHO-EBRAR ji zarokan re alîkarîya cil û bergan kir

IHO-EBRARa ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye li Bursayê ji zarokên êtîm û mixtac re alîkarîya pêlav, cil û bergan kir.

Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO-EBRARa ku di sala 2013an de hat damezrandin û ji roja ku hatiye damezrandin vir ve ji kesên êtîm, feqîr, jar û mixtac re alîkarî dike xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne.

IHO-EBRAR vêcarê jî çû hewara kesên feqîr û jar. Komele bi navbeynkarîya Kerwana Umudê li Yildirima navçeya Bûrsayê ji kesên êtîm û feqîr re alîkarî kir.

Derbarê alîkarîya ku hat kirin de Temsîlkarê Tirkîyê yê IHO-EBRARê Sabahattîn Ugar daxuyanîyek da.

Ugar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Me ji wan malbatên ku ji teref Kerwana Umudê ve hatine tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan û pêlavan kir. Çawa ku em li gelek warên cîhanê ji însanan re dibin alîkar bi heman awayî îro li Yildirima Bûrsayê ji kesên feqîr û jar re di bergeha alîkarîyên zivistanê de dibin alîkar. Me ji kesên êtîm û jar re alîkarî kir. Xweda xêrê wan kesên xêrxwaz qebûl bike.”

ÎLKHA






















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da