Îngîltere ji Îranê re bertek nîşan da

Rob Macaîreyê Sefîrê Îngîlterê yê li Tahranê ji teref Îranê ve hat binçavkirin û piştî çend seatan hat berdan.

Doh li Tahrana paytexta Îranê ji bo kesên ku di encama ketina balafira Ukraynayê de canê xwe ji dest dabûn bên bîrananîn bername hat lidarxistin. Rob Macaîreyê Sefîrê Îngîlterê yê li Tahranê jî beşdarî vê bernamê bû û ji teref Îranê ve bi îddîaya ku fealîyetên xerakirinê dikir hat binçavkirin û piştî çend seatan hat berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Îngîlterê Dominic Raab ji ber binçavkirina ku hat kirin ji Îranê re bertek nîşan da û destnîşan kir “Sefîrê me yê Tahranê belesebeb hat binçavkirin ku ev yek bi şikleke eşkere îhlala hiqûqa navneteweyî ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne