Îran dê 70 hezar mehkûmên din jî serbest berbide

Serokê Edaletê yê Îranê Îbrahîm Reîsî destnîşan kir ew ê 70 hezar mehkûmên din jî ji ber corona vîrusê bên serbestberdan.

Berdevkê Erka Darazê yê Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî  di daxuyanîya ku di 3yê Adarê de belav kiribû de destnîşan kiribû, ji bo pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin biryar hatiye dayîn ku 54 hezar hikûmxwarî bên berdan.

Li Îranê heta niha 194 kes ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û bi 6 hezar û 566 kesan re jî corona vîrus hat tespîtkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da