Îran dê ji Rûsyayê 5 milyar dolar deyn bistîne

Riza Erdekanîyanê Wezîrê Enerjîyê yê Îranê destnîşan kir, ew ê ji bo xeta rêya hesinî û projeyên enerjîyê ji Rûsyayê 5 milyar dolar deyn bistînin.

Wezîrê Enerjîyê yê Îranê Riza Erdekanîyan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ê ji bo xeta rêya hesinî û projeyên enerjîyê ji Rûsyayê 5 milyar dolar deyn bistînin.

Erdekanîyan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê sibe ji bo vê yekê biçe Rûsyayê û bi hevkarê xwe yê Rûsî re hevdîtinê bike. Erdekanîyan diyar kir, pereyên ku dê bên standin li parêzgeha Hurmuzganê ji bo xeta rêya hesinî û projeyên enerjîyê bên xerckirin.

Meclîsa Îranê di meha Sibatê vê pêşnûmaya bi deyn standina 5 milyar dolaran a ji Rûsyayê qebûl kiribû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e