Îran: Em hêvî dikin ku li Filistînê întîfadeyeke nû dest pê bike

Îrana ku ji plana îşxalê ya Serokê Amerîkayê Trump re bertek nîşan da destnîşan kir, plana ku hatiye eşkerekirin plana “ferzkirin û mueyyîdeyê e.”

Husameddîn Aşînayê Şewirmendê Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê pêşnîyaza Trump wek “peymana di navbera  Amerîka û rejîma siyonîst de” wesfand.

Aşîna di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîka bi vê gava ku avêt wan qerarên Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî îhlal dike û dû re wiha got: “Em hêvî dikin ku li Filistînê  întîfadeyeke nû dest pê bike.”

Cewad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî  ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî destnîşan kir, ev pêşnîyaza Trump ji bo herêm û cîhanê “kabûsek e” û dû re wiha got “Ez hêvî dikim ku ev yek ji bo wan Mislimanên ku bi hevdû dilebikin bibe wesîle da ku bela xwe ji hevdû vekin û berê xwe bidin dijminê xwe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne