Îtalya dê ji Konferansa Lîbyayê re mazûvantîyê bike

Hat ragihandin Îtalya dê meha bê ji Konferansa Lîbyayê re mazûvantîyê bike. Ew ê di konferansê de agirbest û sepandinaambargoya çekan bê nirxandin.

Wezîrên Karên Derve yên welatên ku di 19ê Çileyê de beşdarî Konferansa Lîbyayê ya li Berlînê bûn ji bo rewşa dawî ya li Lîbyayê binirxînin li Munîhê hatin ba hev.

Di civîna Komîteya Şopandina Navneteweyî ya Lîbyayê de qerar hat dayîn ku Îtalya ji civîna Lîbyayê ya ku dê bê lidarxistin re mazûvantîyê bike.

Hikûmeta Îtalyayê destnîşan kir ji bo çareserîya siyasî ew pêwendîyên xwe yên bi terefan re didomîne û bi Serrac û Hafter re hevdîtinan dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne