ÎTTÎHADUL ULEMA: Divê di rojeva temamê Mislimanan de Quds hebe

Mela Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê daxuyanîyek belav kir.

Mela Muhammed di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser qudsîyeta Qudsê û destnîşan kir divê temamê Mislimanan li doza Qudsê xwedî derkevin.

Ozer di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Temamê dinyayê bi coronavîrusê re micadele dike, lê belê rejîma siyonîst planên nû yên îşxalê dike da ku îşxala li ser axên Filistînê berfirehtir bike.”

“Quds ji bo me ne parçeyeke ax e, Quds ji bo me meseleyeke îtîqadî û îmanî ye”

Mela Muhammed di berdewama daxuyanîy xwe de diyar kir “Divê di rojeva temamê Mislimanan de Quds hebe” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Beytullah û harameyn çi be, çi qas bi qedr û qiymet be, Quds jî ew e û bi qasî wan ji bo me bi qedr û qiymet e. Divê temamê Mislimanan ji bo azadbûn û rizgarbûna Qudsê bifikirin. Quds ji bo me ne parçeyeke ax e, Quds ji bo me meseleyeke îtîqadî û îmanî ye.”

ÎLKHA






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne