IUSM: Li dijî dagirkirina axên Filistînê bêdengmayîn îxanet e

Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê destnîşan kir, li dijî dagirkirina axên Filistînê bêdengmayîn îxanet e.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de bal hat kişandin li ser bêdengîya ku li dijî plana îlhaqa axên Filistînê û dû re wiha hat gotin: “Ger ev plana nû ya rejîma îşxalê bi ser bikeve ew ê pêwarîya li sazîyên navneteweyî zirarê bibîne û ew ê Amerîka û ew terefên ku destekê didin plana îlhaqê li ser rûyê erdê bibin sedema zêdetir alozî û xirabîyê.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê talan û dagirkirina ku tê xwestin bê kirin ji aştîya navneteweyî re tehdîd e ku divê hemû kes li dijî van têbikoşin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê alema Îslamê li dijî rejîma îşxalê ya ku qanûnên navneteweyî nas nake û ji bilî micadelê ji tiştekî din fam nake temamê peymanan fesih bike û helwesteke hevpar nîşan bide.Ger ji dagirkirina parçeyeke axa Filistînê re jî deng neyê derxistin dê Xweda hisaba vê yekê bipirse.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne