Ji ber baranên havînê li Hindistanê hejmara mirîyan derket 2 hezar û 400î

Li Hindistanê baranên havînê her ku diçe tesîra xwe zêde dike, li gorî agahîyên herî dawî ji ber barana ku barîya hejmara mirîyan derket 2 hezar û 400î.

Hat ragihandin li Hindistanê baranên havînê her ku diçe tesîra xwe zêde dike, li gorî agahîyên herî dawî ji ber barana ku barîya hejmara mirîyan derket 2 hezar û 400î.

Li welatên Asyaya Başûr di  navbera mehên hezîran û îlonê de baranên havînê tesîra xwe zêde dike. Yek wan welatên ku baranên havînê lê tesîra xwe zêde dike Hindistan e. Li Hindistanê ev bû 25 sal ku di vê demsalê bi qasî îsal baran nebarîyabû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana zêde lehî rabû, gelek avahî û kargeh di bin avê de man û însan li ber avê re çûn û winda bûn. Tê diyarkirin îsal ji ber barana ku barîyayen hejmara mirîyan derket 2 hezar û 400î.

Nityanand Raiyê ji rayedarên Hindistanî 100 hezar kes beşdarî xebatên rizgarkirinê bûne û heta niha hatiye tespîtkirin ku 800 hezar mal zirar dîtiye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da