Ji ber corona vîrusê temamê Îtalyayê hat xistin karantînayê

Li Îtalyayê heta niha bi 9 hezar û 172 kesan re corona vîrus hat tespîtkirin û hejmara mirîyan jî derket 463 kesan.

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, destnîşan kir ew ê tedbîrên ku ji bo corona vîrusê hatine standin li temamê welêt bidin sepandin û dû re wiha got “Em temamê welêt wek herêma sor îlan dikin.”

Conte di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Ji bilî derketinên bi destûr û problemên tenduristî dê ji tu derketinên din re destûr neyê dayîn.”

Ew ê li Îtalyayê zanîngeh jî di nav de temamê mekteban heta 3yê Nîsanê bên girtin û dê perwerdehî neyê dayîn.

Her wisa musabaqayên sporê jî heta 3yê Nîsanê hatin sekinandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e