Ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 491 kesan

Çînê destnîşan kir hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket 24 hezar û 324 kesan û heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama coronavîrusa ku li Çînê derket  heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin. Rewşa 3 hezar û 219 kesên ku bi vîrusê ketine giran e.

Li Çînê ji ber coronavîrusê her ku diçe rewş xeteretir dibe. Ji ber ku coronavîrus bi şiklekî lezgîn  belav dibe Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê rewşa acîl îlan kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne