Ji ber Coronavîrusê li Brezîlyayê 1238 kes û li Meksîkayê jî 667 kes canê xwe ji dest dan

Coronavîrus ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû hêj dibe sedema gelek mirinan.

Di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê li Brezîlyayê 1238 kes û li Meksîkayê jî 667 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê ve hatine bvelavkirin di 24 seatên dawî de 1238 kesên din ji ber vîrusê mirin.

Li Meksîkayê jî di 24 seatên dawî de 667 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan derket 19 hezar û 747 kesî û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin jî derket 165 hezar û 455 kesî.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e