Ji ber topbarana Tirkîyêagir bi malan ket

Ji ber topbaran Tirkîyê li herêma Sîdekana Hewlêrê di gundê Mêrgereşê agir bi çend malan ket.

Operasyona ku Tirkîyê li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dabû destpêkirin berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin artêşa Tirkîyê PKKê da ber guleyên topan.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Nahîyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çelebî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, artêşa Tirkîyê derdora seat 09.00an de gufên Llîkan, Xelîfan û Belesnanê da ber topan.

Çelebî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir topbarana Tirkîyê 45 deqîqeyan berdewam kir û di encama topbaranê de li gundê Mêrgereşê şewat derket û çend malên li gund şewitîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber topbaranê tiştek bi serê tu kesî nehat; lê belê mal, bexçe û erd zirar dîtin.Li derdorê zirareke mezin heye.”

Li herêma Biradosta Sîdekanê ji 264 gundan 118 gund ji ber êrîş û pevçûnan hat valakirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin