Ji bo Îna Lebbeyk Ya Eqsayê dawet

Hareketa Berxwedana Îslamî ji bo îna werî seferberîyeke bi navê “Îna Lebbeyk Ya Aksayê” îlan kir.

Hat ragihandin Hareketa Berxwedana Îslamî ji bo îna werî seferberîyeke bi navê “Îna Lebbeyk Ya Aksayê” îlan kir.

Ji teref Hamasê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîyak ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di dîrokê de êrîşên herî dijwar li bajarê Qudsê tê kirin û ew kesên îşxalkerên siyonîst dixwazin  nasnameya bajêr biguherînin û bikin bajarên cihûyan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 50emîn salvegera şewitandina Mescîda Eqsayê de zext û êrîş berdewam dikin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em bang li temamê Filistînîyan dikin da ku îna pêşîya me li Milê Xerbê, li Qudsê, li Filistîn û li wan axên ku hatine îşxalkirin derkevin kolanan û hêrsa xwe nîşan bidin û beşdarî xwepêşanên Meşa Vegerê ya Mezin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê