Ji bo Silêmanî li Baxdayê merasîm hat tertîpkirin

Li Baxdaya paytexta Iraqê ji bo Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşê yê Îranê merasîm hat tertîpkirin.

Hat ragihandin li Baxdaya paytexta Iraqê ji bo Qasim Silêmanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşê yê Îranê yê ku doh ji teref Amerîkayê ve hatibû qetilkirin, merasîm hat tertîpkirin.

Doh  şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Îro li Baxdaya paytexta Iraqê Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendisê ku di êrîşa Amerîkayê de hatibûn qetilkirin merasîm hat tertîpkirin.

Adil Abdul Mehdîyê Serokwezîrê Iraqê yê ku îstîfa kiribû, rayedarên hikûmetê û bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma cinazê de sloganên mîna “Şeytanê mezin Amerîka”, “Ji bo Amerîkayê naxêr” û “Ji îsraîlê re naxêr” hat avêtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne