Ji HAMASê di salvegera 10emîn a Qetlîama Mavî Marmarayê de bangewazî

Berdevkê Hareketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê Abdullatîf el-Kanu di salvegera 10emîn a Qetlîama Mavî Marmarayê de bang li civaka navneteweyî kir da ku dawî li dorpêça ku ji teref siyonîstan ve li Xazzê tê tetbîqkirin bê anîn.

El-Kanu di daxuyanîya xwe ya ku ji ber minasebeta salvegera 10emîn a Qetlîama Mavî Marmarayê belav kir de destnîşan kir, divê ji gelê Filistînê yê ku di bin dorpêça siyonîstan de ne re destek bê dayîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê civaka navneteweyî û temamê însanên azadîxwaz zextan li siyonîstên îşxalker bikin da ku dawî li dorpêça ku li ser Xazzê ye bê anîn.

El-Kanu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew qetlîama Mavî Marmarayê ya ku ji teref siyonîstên îşxalker ve hat kirin rûyên qirêj û pîs ên wan îdarevanên sûcdar nîşan dide. Ew ê ew wefa û peyama ku gelê Tirkîyê bi xwîna xwe ya paqij û tahir da ew ê ji teref gelê me ve tu carî neyê jibîrkirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn