Ji Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo feqîr û jaran kermes

​Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo kesên feqîr û jar kermeseke ku dê 10 rojan berdewam bike tertîp dike.

Hat ragihandin Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ji bo kesên feqîr û jar kermeseke ku dê 10 rojan berdewam bike tertîp dike. Kermesa ku li hember Rawestgeha Dolmîşan a li Xaçarêya Înonu ya li Sûra Diyarbekirê hat vekirin ew ê 10 rojan berdewam bike û pere ku ji kermesê bên bidestxistin ew ê ji bo feqîr û jaran bê xerckirin.

Şahîn Elelçîyê Serokê Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Elelçî di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Ew ê kermesa me 10 rojan berdewam bike. Kermes ji bo kesên feqîr û jar tê tertîpkirin. Bi pereyên ku dê ji kermesê bên qezenckirin ew ê ji bo wan kesên feqîr ên ku qeydên wan li ba me hene bên xerc û mesrefkirin. Bi vê armancê vê kermesê vekir.Ger xêrxwazên me di vî warî de ji me re bibin destek em ê ji feqîran re alîkarî bikin.”

Elelçî di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kesên xêrxwaz destekê didin vê kermesê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Hinek kes li malên xwe xwarinê çêdikin û tînin vê derê û hinek xêrxwaz jî vê xwarinê ji me dikirin û bi vî awayî ji me re dibin destek.Hinek birayên me yên dikandar jî hinek amûran didin me û ji me re dibin destek.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn